Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Cotmehê saet di navbera 11.00 û 17.00‘an de qadên Talisa, Ş. Karwan, Tepê Mirîşka, Bogaza Erbîş, Gara Biçûk, Gara Mezin û Şehîd Dunya yên li Zapê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi hewan û obusan hatine bombekirin. Ev êrîş hînê dewam dikin.
2. Di 1’ê Îlonê di saet 10:30 û 14:30 de herêma girêdayî Qarsê Çemçê û Geliyê Hecî li balefirên keşfê artêşa Tirk a dagirker firiyane.
3. Di 30'ê Îlonê de di serî de Zap û Gare li tevahiya qadên me yên Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên keşfê firiyane. Herweha di 30'ê Îlonê de saet di navbera 10.00 û 12.00 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane.
4. Di navbara 29’ê Îlon û 1’ê Cotmehê de yekîneyên veşartî yên artêşa dagirker a Tirk li herêma Kozmê û Yayle derê yên girêdayî Muşê kemîn tên avêtin. Her wiha li derdoara herêma girêdayî navenda Mûşê Zengok û Kara Hamza jî bi tevlîbûna cerdevanan gelek kemîn tên avêtin.
2 Cotmeh 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê