HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê ya Colemergê de gerîlayên me li navenda Geverê çalakiyek lidarxistiye. Di 21'ê Îlonê de di saet 15.00'an de polîseke bi navê Îsmaîl Ozturk ê di xebatên rêxistinkirina sîxurtiyê û di derbarê gelê me yê welataparêz de îstîxbaratan berhev dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Herweha debanceyeke vî kesî jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin.

Kontrolên asayî yên rê jî, ji aliyê gerîlayên me ve berdewam dike. Di 21'ê Îlonê de di navbera saet 10.00-18.00'an de li ser riya Gever û Oramarê li herêma Geliyê Doskiyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvaoyê de hatiye agahdarkirin.

2. Di 21'ê îlonê de di navbera saet 17.30-19.30'an de li ser riya Dersim û navçeya wê Xozatê li nêzî Gundê Dalli ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Li vir nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvaoyê de hatiye agahdarkirin.

3. Di 13'ê Îlonê de li navçeya Çaldirana Wanê xebatkarê Ûgûr înşaatê Bûlût Aras piştî xebatên lêpirsînî û hiquqî qediyaye serbest hatiye berdan.

4. Di 19'ê Îlonê de li Elkêya Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin, di vê çalakiyê de 10 leşkerê dijmin hatibû kuştin, 4 rêhevalê me jî gihîştiye şahadetê. Me beriya niha nasnameya 3 rêhevalê xwe ji raya giştî re eşkere kiribû. Rêhevalê me yê din ê gihîştibû şahadetê:

Nasnav: Rojdî Bazîd
Nav û paşnav: Hüseyin İlizdir
Navê dayik û bav: Fatma - Hasan
Cihê jidayikbûnê: Bazid, Agirî
Dîrok û cihê şahaetê: 19 Îlon 2012 / Elkê, Şirnex

22 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê