Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda ya di 2'ê Îlonê de ji aliyê gerîlayên me ve li navçeya Elkê ya Şirnexê hatiye destpêkirin, di 19'ê îlonê de di saet 21.30'an de li dijî Girê Bayrak ê ewlekariya Fermandariya Tûgaya Elkê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 10 leşker hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Dijmin ê 3 caran kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan rakiriye piştî çalakiyê li dijî herêmê çalakiyê û derdora wê bi helîkopterê kobrayan bi dijwarî bombebaran kiriye. Di vê çalakiyê de jî 4 rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Nasnameya 3 rêhevalên me yê gihîştiye şahadetê ji raya giştî re radigihînin. Nasnameya rêhevalekî me yê din jî wê ji raya giştî re were ragihandin.
Nasnav: Faraşîn Delîla |
Nasnav: Ernesto Cilo |
Nasnav: Aram Bêwar |
2. Tevgera şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn a ji aliyê gerîlayên me di 14'ê Îlonê de hatiye destpêkirin, di 20'ê Îlonê de di saet 12.30'an de li navenda Mûşê li derdora Haskoyê li dijî leşkerê artêşa dagirker a tirk ên derketibûn operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di operasyona li dijî Zihak, Zîrkêt, Kolayî û navserên Çilingêzê hatibû lidarxistin de fermandarê cendermeyan ê Haskoyê û leşkerek hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye.
Di 20'ê îlonê de li Amedê li navbera naçeyên Lîce û Pasûrê li ser rê gerîlayên me rê kontrolkirine. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
3. Gerîlayên me yê li xeta navçeyên Şemzînan, Çelê û Gevera Colemergê de serweriya herêmê hîn jÎ di destê xwe digirin û kontrolên rê yên rûtîn berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de di 20'ê Îlonê de di navbera saet 12.00-18.00'an de li ser riya Gever - Oramarê li derdora Geliyê Doskiyê rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Piştî çalakiyê ji saet 18.00'an heta 21'ê Îlonê saet 07.00'an ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê û derdora wê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 20'ê Îlonê de li navçeya Mîdyada Mêrdînê li dijî girê ewlekariya Qereqola Karmînê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin hatiye kuştin. Herweha dijmin ne di dema çalakiyê de ne jî piştî çalakiyê nekariye bersivê bide gerîlayên me.
21 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê