ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Îlonê (îro) saet 01.00’an gerîlayên me li hemberî Gazînoya Şemdîn a çeteyên DAIŞ wek baregehekê bi kar tînin û li navenda Şengalê ye ji 3 milan ve çalakiyek li darxistin. Di vê çalakiya ku ji bo rêhevalên me Şehîd Armanc û Şehîd Ronî hat lidarxistin gelek çete hatine kuştin.
- Aliyê yekemîn konê ewlekariyê yê aîdî çeteyan kiriye armanc. Di vê êrîşa mesafeyeke kurt de ya bi çekên B-7 û BKC gelek çeteyên Daîşê hatine kuştin.
- Aliyê duyem kemîn daniye pêşiya hêza teqwiye ya ji navenda Şengalê dihat. Di vê çalakiya kemînê de du wesayitên çeteyan hatine rûxandin û wesayîtên din jî paşda vekişiyane.
- Aliyê sêyemîn jî gazînoya ku têde nêzî 50 çete hebûn kir hedef. Gerîlayên me 13 roketên B-7 avêtine avahiyê û şewat di avahiyê de derketiye. Her wiha gerîlayên me 5 mayinên ku çeteyan li dora avahiyê bicih kiribûn îmha kirin.
- Di 20’ê Îlonê saet nêzî 19.00’an di navbera gundê Sinune û Hiriko li dijî çeteyên li ser rê çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên çeteyan zelal nebûye.
Di van çalakiyan de gelek çeteyên Daîşê hatine kuştin û birîndar kirin. Lê ji aliyê gerîlayên me ve nehatine zelal kirin.
2. Di navbera 20’ê Îlonê de saet 12:30'an û 21’ê Îlonê saet 05:00 balfirên keşfê yên bê mirov ên aîdê artêşa TC a dagirker li ser herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşîf pêk anîne. Her wiha li herêma Heftenînê di 20’ê Îlonê di saetên sibehê de gerên keşfê yê destpêkirî heta 21’ê Îlonê saet 10:00'an berdewam kir.
21 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG
Li Navenda Şengalê Ji Sê Milan ve Çalakî
- Ayrıntılar