Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Îlonê de saet 01.00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li navenda Şengalê li dijî Gazînoya Şemdîn a çeteyên DAIŞ wek baregeh bikar tînin ji sê milan ve çalakiyek hatibu li darxistin. Di vê çalakiya ji bo bîranîna rêhevalên me Armanc û Ronî çalakî hatibu lidarxistin. 1. Konên ewlekariyê hedef hatine girtin, gelek çete hatin kuştin. 2. Dîsa li dijî hêzên teqwiye yên çeteyên DAIŞ çalakiyek hatiye lidarxistin. Li vir jî du wesayît hatine rûxandin. 3. Her wiha gazînoya ku zêdeyî 50 çete têde hedef hatiye girtin, di çalakiya bi roketên B-7 de gelek çete hatine kuştin. Di van çalakiya de ji 10'an zêdetir çete hatine kuştin û 9 çete birîndar bune. Ev agahî yên hemû encamê çalakiyên hatine li darxistin. Yên hatine net kirin encamê wanin.
2. Di 21'ê Îlonê di saetên sibehê de navbera 07:30 û 09:00'an de hem balefirên şer û yên keşfê yên artêşa TC a dagirker li ser herêma Zapê a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane.
22 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG