HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 27’ê Cotmehê de di saet 15.00-16.00’an de û di 28’ê Cotmehê de di navbera saet 15.00-16.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî baregeheke leşkerî ya qereqola Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de çeper û wesayitên li gir bi awayeke bandor hatiye lêdan, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Geperê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

2. Di 28’ê Cotmehê de di navbera saet 16.00-17.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Gostê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan, dîsa di navbera saet 17.00-18.00’an jî li dijî herêma Gostê û neqeba Ranyapîrê bi balefirên şer hatiye bombekirin.

3. Di 14’ê Cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemergê li herêma Geliyê Zapê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 6 wesayitên zirxî hatibû rûxandin, 2 wesayit texrîp bibû, 25 leşker hatibû kuştin ji 10’an zêdetir leşker jî birîndar bibû. Herweha me dabû diyarkirin ku di van pevçûnan de du rêhevalên me gihîştibûn şahadetê. Nasnameyê rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:

Nasnav: Azad
Nav û paşnav: Mahmut Kiraç

Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dîrok û cihê şahadetê: 14 Cotmeh 2012 / Geliyê Tiyarê, Çelê, Colemerg

Nasnav: Bahoz Xanî
Nav û paşnav: Savaş Okuducu
Cihê jidayikbûnê: Konya (Bi eslê xwe ji Amed)
Navê dayik û bav: Sureya - Mucahittin
Dîrok û cihê şahadetê: 14 Cotmeh 2012 / Geliyê Tiyarê, Çelê, Colemerg

29 Cotmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê