HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê gulanê de Artêşa TC’ê hewl daye ji qada Oramarê ku girêdayî Geverê ye ji sînor derbas bibe û operasyon lidar xistine. Di vê çarçoveyê de danê sibehî saet nêzî 07:00’an hevrazên Çarçela, Geper, Şetûnûs, Satê û Dola Satê êrîşa topan û bombebarîna firokeyên kobra çêbûye. Piştî vê êrîşê Artêşa TC’ê hewl daye ji sê milan ve bikeve qadê.

 

Milê yekem ê dijmin ku xwestine ji jorî qada Geper’ê û hevrazên Çarçelayê bikevin qadê, danê nîvroj saet 12:00’an de ji gerîlayên me ve hatine rawestandin û di pevçûna ku hatiye jiyandin de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî berxwedaniya gerîlayên me, dijmin di ciyê xwe de çikiyaye û tenê bi firokeyan qadê bombebarîn kiriye û mirî û birîndarên xwe girtine.

Milê duyem ê dijmin ku hewl dane ji Geperê û Tengava Şehîd Şiyar bikevine qadê, cara duyem şer diqewime û li vir jî ji hêla gerîlayên me ve 9 leşker têne kuştin. Piştî ku dijmin windahî dide, ber bi êvarî saet di navbera

Geper ile Şehit Şiyar 16:00-18:00’an de bi balafirên şer qadên Govendê, Mamreşo, Hergûş, Mawata, Erdevî, Bedevî, Deriyê Basya, Geliyê Avaşîni, Kiyê, Kartal, Mêzê, Şehîd Sûleyman û Girê Şeytan û qadên Dola Bizina, Tengava Benê û Dola Şîvê hetanî derengiyê şevê hem ji bejahî hem jî ji hewa de hatiye bombebarînkirinê.

Di vê pijiqandina dijmin de, yên ku hatine zelalkirine 15 leşkerên dijmin hatine kuştin û hetanî êvarî di şerê ku qewimî de li pênc ciyên cuda, du hevalê me yê bi navê Sîpan û Laşer bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de, em ê di rojên pêş de gelê xwe agahdar bikin.

Operasyon hê jî didome.

2. Di 7’ê gulanê de bi roj saet di navbera 18:00-22:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundê Nizûrê, Dola Silo û Tengava PKK’ê ku girêdayî qada Heftanînê ne, ji hêla Artêşa TC’ê ve êrîşeke hawan û obûs hatiye lidarxistin.

3. Di 7’ê gulanê de bi roj saet di navbera 15:00-17:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundê Nizûrê, Dola Silo û Tengava PKK’ê ku girêdayî qada Heftanînê ne, ji hêla Artêşa TC’ê ve êrîşeke hawan û obûs hatiye lidarxistin.

8 Gulan 2010

Navenda Ragihandina Çapemeniya ya HPG’ê