Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê pûşperê de ji hêla gerîlayên me ve li dijî leşkerên ku ewlekariya qereqola Kirmizkoprû ya bi ser Pûlûmûra Dêrsimê ye û leşkerên ku li benda firokeyê ne çalakiyek hatiye lidarxistin. 10 leşkerên ku li benda firokeyê ne û firokeya ku hewl daye leşkeran bigire hatiye lêdan û firoke bêyî ku leşkeran bigire lêdan xwariya û ji qadê dûr ketiye.
Di çalakiyê de ji hêla me ve mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirinê.
2. Di 28’ê pûşperê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li qaden Serbend, Vacîp, Girên Çete û Xerîp, qadên Bezenîkê û Ava Gûzê ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin. Piştî vê êrîşa dijmin li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.
3. Di 28’ê pûşperê de saet di navbera 21.30-22.00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li dij gundê Kêstê ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin. Piştî êrîşê şewata ku li erazî derketiye hê jî didome.
4. Di 27’ê pûşperê de li Qadên Parastina Medya li Qada Şehîd Bêrîtan û girên Karker û Kordîne ku girêdayî Xakurkê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
5. Di 28’ê pûşperê de li Qadên Parastina Medya li dij qada Xakurkê, balafirên şer ên eydî Artêşa TC’ê firîn kirine. Firînên ku nêzm çêbûn de, bombebarîneke çênebûye.
6. Di 27’ê pûşperê de saet li derdora 21.45’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li dijî fermandariya cendermeyan a navçeya Çelê çalakiyeke hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de maşînên fermandariyê şewitîne û leşkerên ku mirine û birîndar bûne çêbûne, bes hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirinê. Piştî çalakiyê dijmin du rojan ketin û derketina Çelê qedexe kiriye.
29 Pûşper 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG