HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 28’ê pûşperê de saet di navbera 14.30-16.30’an de ji bona bîranîna Şehîd Zîlan(Zeynep Kinaci) û li hember pêkanîn destavêtina jinê, gerîlayên me yên YJA-STAR’ê li dijî qereqola Girê û leşkerên ku ewlekariya tabûra Serêsêvê digirin ku girêdayî Çelê ne çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de avahiya qereqola Serêsêvê, tanqek, gelek çepe û kûlebeyên mezin lêdan xwarina.

Di dema çalakiyê de leşkerên dijmin derfet nedîtine ku bersiv bidine gerîlayên me û dijmin bi maşînan ji qada çalakiyê reviyane. Di wê kêliyê de dijmin bi çekên giran û ferdî derûdora xwe gulebaran kirin û li ser vê yekê bi balafirên şer saet di 17.00’an de hewl dane Qadên Parastina Medya bombebarîn bikin. Lê li hember vê êrîşê berxwedaniya hêzên me yên parastina hewayî bersiv dane û êrîş vala hatine derxistin. Li ser vê yekê dijmin eletexmînî bombeyên xwe yên ên girêdayî balafiran avêtina qadên Girê Ferhad, Gundê Nervêya jor û jêr, Dola Şîvê, hevrazên Şikefta Birîndaran û Xeregolê.

2. Di 28’ê pûşperê de li tevahiya Qadên Parastina Medya ji hêla Artêşa TC’ê êrîşên hawan û obûsan li dar ketiye. Di van êrîşan de li girên Ferhad û Angola şewat derketiye û bi mûdaxaleya gerîlayên me şewat hatiye tefandin. Ev êrîşên navborî hê jî didomin.

3. Di 29’ê pûşperê de saet di 20.00’an de û di 30’yê pûşperê de saet di 01.00’an de ji hêla Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li dijî qadên Şeşdara û GeliYê Şêx Cuma ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.

4. Di 28’ê pûşperê de saet i derdora 21.00’an de li nêzî gundê Yukarêkonak ku girêdayî navçeya Şevînkarahîsar Gîresûnê ye, dema ku komek gerîlayên me diçine peywirekê, di rê de di encama komployek de ketine pevçûnê û di vê pevçûnê de gerîlyê me yê bi navê Pale (Resul Akbulut) bi lehengî li ber xwe daye û gihîştiye şehadetê.

Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de :

Pale Mêrdîn
Resul Akbulut
1969 / Mêrdîn
1989 Botan
Hanım
Mahmut
28 Pûşper 2010 / Şebînkarahîsar, Gîresûn

30 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG