HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

1. Di 27’ê pûşperê de saet di 20.00’an de û di 28’ê pûşperê de saet di 02.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şeşdara, Hevrazên Xantûr, Bêtalma û Girên Partîzan, Geliyê Bêtalma Vadisi û qadên Bezenîkê, ji hêla Artêşa TC’ê ve bi hawan û obûsan hatiye lêdan.

2. Di 25’ê pûşperê de saet di 21.00’an de li qada Boristanê ku girêdayî Qaxizmana Qersê ye, dema ku gerîlayên me diçine peywirekê bi qoployekê re rû bi rû mane û di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûn hatiye jiyandin. Di encama pevçûnê de gerîlayê me yê bi navê Firat (Gokhan Akpolat) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê.

Hevalê me yê ku şehîd ketiye:

Fırat - Gökmen Akpolat

Firat Munzur
Gokmen Akpolat
1980 / Erzingan
1999 Kelareş
Emine
Xerîp
25 Pûşper 2010 / Qaxizman / Qers

Fiırat Munzur - Gokmen Akpolat

Rêheval Firat di sala 1980’yî de li Erzinganê hatiye dinê û bi baweriya ku doza mafdar a Tevgera Azadiyê doza wî ye, ji dîlketina Serokatiya me bandor bû û di sala 1999’an de tevlî refên gerîla bû. Di sala 2003’yan de bi awayekî çalak tevlî xebatên pratîk dibe û di sala 2005’an de derbasî eyaleta Serhedê dibe. Ev pênc sal in jî li eyaleta Serhedê, bi keda xwe, bi parvekirinên xwe û bi lêdanên ku dijmin daye, milîtaniyeke pêşeng raber kir. Wê rêheval Firat ku zarokê serhildêr bû, bi diristî, bi kesayetiya xwe ya girêdayîna partiyê wê her dem riya me ronî bike.

28 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG