HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12 Avrêlê de di navbera Erzirom û navçeya Qersê Qaxizmanê li herêma Degirmendere di navbera gerîla yê me ve çalakiyeke rêbirînê hatibû lidarxistin. Dotira rojê jî bi helîkopterên skorskyan leşker veguheztina leşkeran û derbexwarina helîkopterê ji raya giştî re hatibû ragihandin. Di 13'ê Avrêlê de di saet 09.00'an de di encama çalakiya gerîla yê me li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk lidarxistin de yekîneyeke kontra ya ji 6 kesan pêk dihat hatiye tunekirin. Baskê duyemîn jî çalakiyek hatiye lidarxstin. Hejmara kuştî û birîndarê di vê çalakiyê de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Di heman rojê de di navbera saet 14.00-16.00'an de li dijî herêmên Degirmendere, Madûr û Kula ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Dîsa di saet 22.00'an de li navserên Demîrkapi di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnên de hejmara kuşti û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Gerîla yê me jî bê ku wendahiyan bide vegeriyane baregehên xwe. Operasyona li herêmê di 14'ê Avrêlê de di saet 22.00'an de paş de vekişiyaye, lê hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî keşif tê kirin û kemîn tê avêtin.

2. Di 15'ê Avrêlê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî rêzeçiyayên Girên Evdilkofî û Sîro, Gundên Kezvava, Şêrik, Bênavok, Ermûş û Bermîzê yên bi ser Xakurkê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 15'ê Avrêlê de di navbera saet 18.00-19.00'an de Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Mamreşo, Neqeba Lanetê, Quntarê Girê Qertel, Gundê Delîl û derdora Avaşîn-Avabasya yên bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 15'ê Avrêlê de di navbera saet 09.00-10.00'an de li navçeya Colemergê Geverê li dijî girên Şehîd Şiyar û Şehîd Gafûr ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi 2 helîkopterên kobrayan bombebaran kiriye.

5. Di 15'ê Avrêlê de di navbera saet 17.00-20.00'an de cardin di 16 Avrêlê de ji dahnê sibê heta danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birîndara, Çiyayê Reş, Kurê Jaro, Girê Karker, Gundê Kokelê, Girê Şehîd Harûn, Girê Xeregol û Gundê Bezelê yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

6. Di 10'ê Avrêlê de li navçeya Mêrdîn Nisêbînê li dijî herêmên Hebabê, Erbo, Hêlînê, Lêrîk û Baminê yên bi ser Bagokê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî operasyonek bi rengê kemîn û keşfê hatiye lidarxistin. Di 12'ê Avrêlê de jî li diî Erbanê, Şehîd Serxwebûn, Dêrkurê, Tirşê, Kela Hetma û Xirbê Cennetê yên bi ser Bagokê bi rengê lêgerîn û serdegirtinan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di heman rojê de di saet 15.00'an de bêencam paş de vekişiyaye.

16 Avrêl 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê