Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Avrêlê de di navbera saet 19.00-21.00'an de di navbera navçeya Qersê Kaxizmanê û Erziromê li dijî herêma Degirmendere ya di navbera gundê Degirmendere û Kulayê ye ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya bi rawestandina 25 wesayitan de venêrîna nasnameyan çêbûye, ji gel re propaganda hatiye kirin. Di beyaniya 13'ê Avrêlê de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan li dijî navser û geliyên Degirmendereyê yekîneyên xwe yê veşartî bicîhkirin, mudaxeleyî cihê çalakiyê kirine. Di heman rojê de di saet 09.00'an de li dijî leşkerên dijmin ê mudaxeleyê cihê bûyerê kiriye ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek lidarxistiye. Di encama çalakiyê de gelek leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Herweha heta saet 14.00'an de bi helîkopterên skorskyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Helikopterek skorskyê ya xwestiye li herêmê xwe dayne ji aliyê gerîla yê me ve hatiye lêdan, helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
Cardin di saet 14.00'an de ji aliyê helîkopterên kobrayan li dijî herêmê bê ser û ber hatiye bombekirin. Operasyona li herêmê di êvara 14'ê Avrêlê de paş de vekişiyaye lê hîn jî li herêmê bi taybet jî li gelî û navserên Kula ji aliyê yekîneyên veşartî kemînan diavêjin û keşfê dikin.
Di derbarê bûyerê de agahiyên berfireh wê pişt re ji raya giştî re were eşkerekirin.
2. Di 14’ê Avrêlê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Delîl û derdora Kanî Ga ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
3. Di 15’ê Avrêlê de (îroj) di navbera saet 04.00-09.00’an de li HerêmênParastinê yên Medyayê li dijî Gundên Erdewê, Kiyê û Geliyê Konferansê yên bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
4. Di 14’ê Avrêlê de di navbera saetên 07.00-19.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Kela Ertûş, Girên Şehîd Avareş, Şehîd Newal, Şehîd Cîhat, Gundên Hîlalê, Şîfreza, Cennetê û Erbîş ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
15 Avrêl 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê