HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 19’ê Avrêl'ê saet di 08.00 de û roja 20’ê nîsanê saet di 03.00 de, li devera Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê deverên Şehîd Xafur û Şehîd Karker ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi obîs û hewanan hatine topbarankirin.

2. Di roja 19’ê Avrêl'ê saet di 13.00 û 15.00 de xeta sînor a girê Zendora ya navçeya Qilaban a Şirnexê aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi obîs û hewanan hatiye topbarankirin.

3. Di roja 18’ê nîsanê li deverên Heleda, Barînê û Milika yên navçeya Pasûra Amedê aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi helîkopterên kobra û skorsky hatiye keşifkirin. herweha aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi balefirên Keşfê yê bê Mirov ve Herêma Şehîd Kendal xebatên Keşfê Berdewam dikê.

20 Avrêl 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê