Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5’ê Mijdarê de di saet 12.00’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li Girê Çetan bi cîh bûne ji alkiyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çeper û tankek hatiye rûxandin. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê helîkopterên kobrayan xwestine mudaxeleyî cihê çalakiyê bikin, rastî bergiriya gerÎlayên me hatine û naçar mane paş de vekişin.
2. Di 5’ê Mijdarê de di navbera saet 01.00-02.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Latê Kewa, Kela Nêrweh û Gundê Nêrweh ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.
6 Mijdar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê