Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Mijdarê de di saet 09.00 û 14.00’an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên li Girên Çetan bi cîh bûye ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatine lidarxistin . Di encama her du çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora cihê çalakiyê bi çekên giran bê ser û ber gule hatiye reşandin. Artêşa dagirker a tirk di saet 16.30’an de kuştiyên xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
2. Di 5’ê Mijdarê de di navbera saet 01.00-02.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Bermîzê û Neqeba Şêxzade ya bi ser Xakurkêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.
3. Di 5’ê Mijdarê de di navbera saet 01.00-02.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Sêdarê û herêma Sewra jor a bi ser Garê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.
4. Di 5’ê Mijdarê de di saet 03.00’an de li Şirnexê li dijî Girê Hirmo yê bi ser Cûdiyêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di saet 06.00’an de jî bi piştgiriya helîkopterên kobrayan li dijî Girê Hirmo, Suwara Bîra, Ser Dahlê û Çirçirokê operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin.
5 Mijdar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê