HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 2’yê Nîsanê piştî nîvro de balefirên keşfê yên aîdê artêşa dagirker a Tirk li ser qadên Şehîd Serxwebûn û Şehîd Kendal yên girêdayî Amedê re keşifekî zêde pêk anîne. Ev firînên keşifê heya sihara 3’ê Nîsanê hatiye domandin.

2. Di 2’yê Nîsanê di navbera saet 04.00 û 04.30’an de artêşa Tirk a dagirker di navbera gundê Sutune û Derik yê dikeve herêma Gerdiyan a girêdayî Şemzînan de xwestiye ku rê çêbike. Li hemberî leşkerên dewleta Tirk yên ku dixwestin rê çêbikin hêzên me yên Gerîla bi çekên giran gule li ser barandine û bersiva wan dane.

3. Di roja 2’yê Nîsanê de navbera saet 07:30 û 15:00’an de balefirên keşifê yên aîdê artêşa Tirk a dagirker li ser Qadên Parastina Medya, li ser herêma me a Metîna re firînên keşifê pêkanîne. Dîsan di heman dîrokê de navbera saet 04:00 û 10:00’an de balefirên keşifê li ser herêma me a Zapê re keşif pêk anîne. Her weha balefirên keşifê li ser Herêma Heftanîn re di navbera saet 12:00 û 17:00’an de firînekî zêde a keşifan pêkanîne.

3 Nîsan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê