HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 20’ê Gulanê de, Artêşa Tirk a dagirker bi topên hewan û obûsan herêma Kato Sule ya li ser xeta sînor ya di navbera Herêmên Parastina Medyayê û Qilebanê de ye, êrîşek ya bomberdimanê pêkanîn.

2. Di 19’ê Gulanê de di navbera seatên 07:00 û 12:00’ê de û piştî nîvro jî di navbera saetên 14:00 heya roja 20’ê Gulanê saet 05:00’ê Artêşa Tirk a dagirker bi balfirên keşfê yên bê Mirov li ser Herêmên Parastina Medyayê herêma Zaxrosê re keşif hatiye kirin. Her weha di 20’ê Gulanê di navbera saetên 05:00 û 6:30’ê û şev di navbera saetên 23:00 û heya roja 21’ê Gulanê saet 06:30 bi balefirên bê mirov li ser herêma Zapê re bê navber keşif hatin kirin.

21 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê