Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21'ê Çileyê saet di 21:30 de artêşa Îranê bi obus û hawanan girên Şehîd Ronahî û Şehîd Dilbirîn ên li Qendîlê bombebaran kiriye. Herwiha balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Îranê jî, di heman rojê de saet di navbera 09:30 û 10:30 de keşif kirine.
2. Di 21'ê Çileyê saet di navbera 16:30 û 21:00 de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, li ser herêma Zapê tev geriyan. Her wiha di heman rojê de saet di navbera 23:00 û di 22'ê Çileyê saet di navbera 04.00 û 04:30 de balafirên şer li herêmê tev geriya ne. Ev tevgera hewayî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi zêdehî dewam kiriye. Li gorî vê yekê;
- Ji 21'e Çileyê saet di 22:00 û heta 22'ê Çileyê (îro) saet 09:00, li ser herêma Heftanînê balafirên keşfê yên bê mirov keşif kirine.
- Di 22'ê Çileyê (îro) saet di navbera 02:30 û 05.00 de, li ser herêma Gareyê balafirên keşfê yên bê mirov, tev geriyane.
- 21’ê Çile saet di navbera 11:00 - 12:00’an de li ser Girê Dêrsim ê li herêma Metîna û Girê Elemûn ê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê balafirên şer ên artêşa Tirk nizm firiyane; heman rojê saet di navbera 15:00 û 16:30’î de balafirên bê mirov bi armanca keşfê tev geriyane.
3. Di 21’ê Çile saetên şev, li xeta sînor a herêma Zapê, derdora Girê Marûka û Girê Qereqolê yên di bin kontrola artêşa Tirk de bi çekên giran hatine gulebarankirin, Ev êrîş li xetên sînor ên Herêmên Parastinê yên Medya zêde dibin. Li gor vê;
- Du rojên dawî ne, qadên li derdora Qereqola Kirya Reş a li xeta sînor a Heftanîn bi çekên giran hatine gulebarankirin. Du rojên dawî ne, artêşa Tirk a dagirker, qada Girê Keçel bi obûs û hewanan bombardûman kiriye.
- 21’ê Çile saet di navbera 15:00 û 16:30’î de derdora baregeha leşkerî ya Elemûn a girêdayî Qilaban a Şirnexê bi çekên giran hatiye gulebarankirin.
4. Artêşa Tirk ji bo ewlekariya santrala termîk a di navbera qadên Bilika û Herbol ên herêma Cûdî dest bi çêkirina qereqolê kiriye, Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla 20-21’ê Çile saetên êvarî 2 konteynir, traktorek û alavên înşaetê yên qereqolê bi armanca hişyariyê şewitandine.
22 Çile 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG