HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 22’ê Çile saet di 17.15’an de li gundê Zanqir ê girêdayî navçeya Daquq a Kerkukê li dijî girê ku çeteyên DAIŞ’ê lê bûn hêzên me yên Gerîla çalakiyek pêk aniye. Hêzên me yên Gerîla çeteyên bi çekên giran şer dikirin bê bandor kirine . Di vê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin. Li gorî agahiyên herêmî bi giştî 7 çete hatine kuştin.

2. Di roja 22’ê Çileyê saet navebera 18.00 û 22.15’an de Artêşa Îranê deverên Şehîd Ronahî, Şehîd Dilbirîn û Şehîd Nûda yên girêdayî herêma Dola Kokê ya Qendîlê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayekî rasterast bi obûs û hewanan topbaran dike.

3. Di 19’yê Çileyê artêşa Tirk ji qereqola Dêrikê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê deverên Girê Sofî Sîro û Gostê bi obûs û hewanan topbaran kiriye. Dîsa roja 21’ê Çileyê saet di 22.00'an artêşa Tirk ji qereqolên Şemzînanê Girê Evliya û Girê Şehîd Havîn bi obûs û hewanan topbaran kiriye.

4. Di 22’yê Çileyê saet 12.00'an li Girê Mamreş ê yê di bin denetima artêşa Tirk deye a navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji du aliyan ve dest bi operasyonê kir. Her wiha beşek artêşa Tirk li qereqola Bêroxê çeper çêkir û baskê din a operasyonê jî li herêmê kemîn daniye. Operasyon saet 16.00'an bi awayekî bê encam vegeriyaye.

5. Di roja 22’yê Çileyê balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane. Her wiha Balafirên keşfê dema li ser herêmê difiriyan, artêşa Tirk ji qereqola Bilêcanê dest bi operasyonê kiriye. Piştî balafirên keşfê saet 23.00'an ji herêmê vekişiyan, operasyona hatibû destpêkirin bi dawî bû. Dîsa roja 23'yê Çileyê (îro) di navbera saet 00.00- 05.00'an de balafirên keşfê li ser herêmê firiyane û xebatên keşfê meşandine.

6. Di roja 22’yê Çileyê di navbera saet 17.30'î û heta 23'yê Çileyê saet 04.00'an balafirên keşfê yên artêşa Tirk li deverên Keşanê, Vektorya û Pîrbila yên herêma Heftanînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane û xebatên keşfê pêk anîne.

23 Çile 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG