Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 07.00-09.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Mêrgeşîş û Girê Partîzan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tankan hatiye topbarankirin.
2. Di 23’ê Cotmehê de di saet 08.00’an de li navçeya Colemergê Çelê di navbera qereqolên Garê û Genîştepe li dijî yekîneyeke dijmin ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Nîrkola, Kurê Mizgeftê û Gostê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Di 23’ê Cotmehê de di navbera saet 08.00-10.00’an de li Herêmên Parastinên Medya yên li dijî Neqeba Xantûr, Şeşdara û Geliyê Pisaxa ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 23’ê Cotmehê de di navbera saet 21.00-22.00’an de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî herêmên Museka û Mêrgê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
5. Di 22’ê Cotmehê de di saet 13.30’an de li Bedlêsê li herêma Lêldê di navbera leşkerê dijmin ê derketiye operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encam pevçûnê de gerîla yê me yê bi navê Adil Amed – Sînan Pekoz bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Di heman rojê di saet 17.30’an de li dijî leşkerê dijmin ê paş de vekişiyaye ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 6 leşker ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin herweha helîkopterek skorsky hatiye derbekirin. Helîkopera şewat pê ket naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
Nasnav: Adil Mûş |
6. Di 22’ê Cotmehê de di saet 06.30’an de li Çewlikê li dijî herêmên Girên Xalkitê, Koordîne, Meksika, Gundê Karar, Kumsor û Xanê ku bi ser herêma Şehîd Xebat e ji aliyê artêşa dagirker a tirk operyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
7. Di 21’ê Cotmehê de li Sêrtê li dijî herêmên Çemkarê, Şehîd Resûn, navserên Diryan, Gulind û Gola Reşîd a bi ser Herekolê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatibû lidarxistin. Di heman rojê de di saet 12.00’an de ji aliyê gerîla yê me ve li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Cardin di saet 14.00’an de ji aliyê gerîla yê me ve li dijî yekîneyeke din a dijmin çalakiyeke duyemîn hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Herweha dedektorek û hin alavên leşkerî jî ji aliyê gerîla yê me ve hatiye desteserkirin.
8. Di 17’ê Cotmehê de li navçeya Mêrdînê Qoserê li derdora gundê Biloka de me dabû diyarkirin ku hevalê me yê bi navê Sabrî Serêkanî û Hebûn Artêş di pevçûnekê de şehît ketine. Lê ev her du hevalê me bi awayeke saxlem gihîştine yekîneyên xwe. Ji ber ev agahiya şaş destpêkê ji malbatê van hevalan ji hemû gelê xwe lêborîna xwe dixwazin.
24 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê