HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 21’ê Cotmehê de li Dersimê li dijî Geliyê Xarçik, Uzuntarla, Zagê, Dokuzkayalar û Hingirvanê ji aliyê artêşa dagirker ve operasyonek hatiye lidarxisitn. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfa yekîneyên veşartî berdewam dike.

 

2. Di 21’ê Cotmehê li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li dijî qereqola Museka ya li Gerdiyayê ye ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyeke sûikastê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiya li dijî helîkoptera skorskyê ya dihat mudaxeleyê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera skorsky derbe xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

3. Di 23’ê Cotmehê de di navbera saet 02.00-03.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî rêzeçiyayên Karker û Neqeba Telefonê ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.

4. Di 22’ê Cotmehê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Berîtan, Şehîd Kurtay û Neqeba Telefonê ya bi ser Xakurkê ne ji aliyê aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.

5. Di 22’ê Cotmehê de di navbera saet 15.00-16.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şetanûs Şehîd Gafûr, Şehîd Rahîme û Kela Şûtê ya bi ser Zagrosê ve ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxisitin.

6. Di 21’ê Cotmehê de di saet 19.00’an de li navenda Wanê li dijî maşîneke polîsan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxisitn. Di encama çalakiyê de 2 polîs ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, polîsek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin der û dora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye, di encama gulebaranê de mal karxaneyên li der dorê zirar dîtiye.

7. Di 21’ê Cotmehê de li Sêrtê li dijî herêma Herekolê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxisitin. Di 21’ê Cotmehê de di saet 14.00’an de li dijî hêzê operasyonê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Encamên çalakiyê di rojên pêş de wê were ragihandin. Herweha operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

8. Di 20’ê Cotmehê de di saet 23.15’an de li navçeya Lîcê ya Amedê li dijî tabûra komandoyan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de çeper û avahî ji hatiye lêdan, herwaha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve nehatiye zelalkirin.

9. Di 17’ê Cotmehê de li navçeya Qoserê ya bi ser Mêrdînê li nêzî gundê Biloka di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûnek derketiye di encama pevçûnê de 2 gerîla yê me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Herweha di navbera 00.15-01.00’an de li dijî herêma çalakiyê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombebarankirin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd ketine;

Hebun - Mehmet Ferdi Elalmış

Nasna: Hebûn Roj
Nav û paşnav: Mehmet Ferdî Elalmiş
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1982 / Mêrdîn
Navê dayik û bav: Şemsê – Abdûlkerîm
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2002 / Stenbol
Dîrok û cîhê şahadetê: 17 Cotmeh 2011 Qoseri Mêrdîn

Hebûn Roj – Mehmet Ferdî Elalmiş

Sabri - Kemal Işık

Nasnav: Sabrî Serêkanî
Nav û paşnav: Kemal Işik
Sal û cihê jidayikbûnê: 1988 /Riha
Navê dayik û bav: Ceylan - Abdulmecit
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2008 / Stenbol
Dîrok û cîhê şahadetê: 17 Cotmeh 2011 / Qoser Mêrdîn

Sabri Ceylanpınar – Kemal Işık

10.Dİ 15’ê Cotmehê de li navçeya Cizirê ya bi ser Şirnexê li dijî herêma Serdêhlê, Mistê Elî û Cûselê ku bi ser Cûdiyê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxisitin. Di heman rojê de di navbera artêşa tirk û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye di encama pevçûnê de gerîla yê me yê bi navê Fîraz Efrîn – Xoşnav Welit bi lehengî li şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Di çapemeniyê de di derbarê şahadeta Hevalê me Zana Nîhat Kizil nûçe derbasdibin. Ev dûrî rastiyê ye. Hevalê me Zana bi li gel yekîne ya xwe tevlî kar dibe.

Firaz - Xoşnav Welit

 

Nasnav: Fîraz Afrin
Nav û paşnav: Abdurrahman Hesen
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1982 / Afrin
Navê dayik û bav: Suat - Welit
Sal û cîhê tevlêbûnê: 1999 / Afrin
Dîrok û cîhê şahadetê: 15 Cotmeh 2011 / Cudi, Şirnex

Firaz Afrin – Xoşnav Welit

23 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê