Ji Çapemenî û Rayagîştî Rê
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa Tirk a ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine rêzeçalakî li dar xist. Di vê çarçoveyê de agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;
Hêzên me roja 27’ê Îlonê li dijî leşkerên dagirker ku ber bi gundê Şapanê yê girê Lêlîkan a Sîdekanê ve tevger dikirin li nêzî girê Şehîd Şervan çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.
Roja 28’ê Îlonê saet di navbera 15:20 û 17:20’an de hêzên me li dijî yekîneyekî operasyonê ya artêşa Tirk ku ji geliyê Arê ya Sîdekanê ber bi girê Şehît Rozerîn ve diçûn çend rêzeçalakî li dar xist. Di van çalakiyan de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê rakir.
2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de sibeha 28’ê Îlonê li girê Ezman yê nêzî gundê Bilika yê navçeya Silopî ya Şirnexê li dijî kontrayên bicih bûbûn çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de 2 kontra hatin kuştin û 2 jê bi giranî 4 kontra birîndar bûn. Pitşî çalakiyê artêşa Tirk li derdora gundê Bilika û Bêspin operasyon da destpêkirin.
3. Sibeta 26’ê Îlonê artêşa Tirk bi desteka yekîneyên veşartî û balafirên keşfê li herêma Apê Mûsa ya navçeya Lîce a Amedê operasyon da destpêkirin. Operasyon didome.
4. Di daxuyaniya me ya di 26’ê Îlona 2018’an de me diyar kiribû ku di 23’ê Îlonê de li qada Qela Yûnûs a Hawêla Sêrtê artêşa Tirk a dagirker operasyonek daye destpêkirin û di operasyonê de ji ber bomberdûmanê sê hevalên me şehîd bûne. Rêhevalên me Bahoz, Rojda û Têkoşîn şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Bahoz Argeş Nav û Paşnav: Yûnûs Atîk Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik - Bav: Fatma - Mehmet Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 23’ê Îlona 2018’an |
Bahoz – Yunus Atik
Nasnav: Rojda Rojhilat Nav û Paşnav: Reyhan Abdûllahzade Cihê Jidayikbûnê: Selmas Navê Dayik - Bav: Anarî - Faris Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 23’ê Îlona 2018’an |
Rojda – Reyhan Abdullahzade
Nasnav: Tekoşîn Avaşîn Nav û Paşnav: Kadriye Kîlîç Cihê Jidayikbûnê: Hatay Navê Dayik - Bav: Meryem - Abdûlkadir Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 23’ê Îlona 2018’an |
Tekoşin – Kadriye Kılıç
5. Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Kitekitên van êrîşan wisa ye:
Di 27’ê Îlonê de saet di 23.30’an de balefirên şer qada Çemço ya Zapê û Girê Stûna yê Metînayê bomberdûman kiriye.
Di 28’ê Îlonê de saet di navbera 10.00-11.00’an de balefirên şer Girê Zendûra yê herêma Metînayê, saet di 23.40’an de jî qaa Mervanis a herêma Avaşînê hatiye bomberdûmankirin.
Di êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye û xisara maddî gihiştiye bax û baxçeyê gelê herêmê.
29’ê Îlonê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê