Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Artêşa Tirk a dagirker ku 13’Ê Îlonê li herêmên Gundê Hesena, Girê Golya û deverên Bilûrvan û Girê Bilûrvan a girêdayî Çiyayê Cûdî yê navçeya Silopiya ya Şirnexê dest bi operasyonekek berfireh kiribû, di encama çalakiyên berfireh ên gerîlayên me hate kirin û şûnde bi neçarî vekişiyaye.
Detayên çalakiyên gerîlayên me yên li dijî operasyonê hate lidarxistin wiha ne:
13’ê Îlonê yekîneyek a operasyona dagirker ên ji devera Derê Semana ber bi Çelê Reş ve diçûn xistin bin kontolê. Hêzên me yên ku demekê ev yekîne xistin bin kontrolê, saet derdorî 18:30’an kirin hedef û lêxistin. Di vê çalakiya bi awayekî xurt li dijmin hate xistin de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk a derbên xurt xwarin bi obus û hewanan qad bombe kirin.
14’ê Îlonê wesayîtên zirxî yên Kobra ku ber bi Gundê Hesena ve bi rê ve diçn saet 11:30’an bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiya wesayîtên zirxî bûn hedefa gerîlayên me de, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.
Dîsa heman rojê hêzên dagirker ên saet 13:30’an xwestin ku bi hevkariya tankan bikevin devara Gundê Hesena ji aliyê gerîlayên me ve bûne hedef. Di vê çalakiya bi awayekî xurt leşker û tank hatin lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin tankek hate derbkirin. Têkildarî hejmara kuştî û birîndaran ti agahiyên zelal nehatin bidestxitin.
Dîsa heman rojê hêzên me, saet 18:30’an li dijî tankeke din a artêşa dagiker li gundê Hesena çalakiyeke ya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de tank hate rûxandin, personelên tankê jî ji qada şer reviyane. Artêşa Tirk a mêtînger ku piştî çalakiyê bi demekê ku xwestin bi wesayîtên zirxî mudaxele bikin, enkazên tankê bi wesayîta barhilgir ji qadê rakirin.
Di tevahiya rojê de qereqolên Botaş û Milêgora cihên navborî yên çalakiyên xurt ên gerîla hate lidarxistin bê navber bi top, hewan û obusan bombe kirin. Artêşa Tirk 15’ê Îlonê ji herêma Bilûrvan, 16’ê Îlonê jî Girê Bilûrvan û Girê Hesena bi neçarî vekişiyaye.
2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş de, li navçeyê Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyên xurt lidar xistine.
16’ê Îlonê saet 07:00’an hêzên me, li dijî leşkerên ku ewlekariya xebatên rê yên li Girê Perût ê girêdayî Çelê digirin çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ji nêz ve li çeperên dijmin hate xistin de bi qasî hate zelalkirin çeperek dijmin hate ruxandin, her wiha 4 leşker hatine kuştin. Her wiha di vê çalakiyê de gelek leşkerên Tirk jî birîndar bûne lê têkildarî hejmara birîndaran agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer, obus û hewanan qada bombe kiriye. Hêzên dijmin di saetên şevê de bi balafirên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine, bi wesayîtên zirxî ji qadê dûr ketine.
Çapemeniya şerê taybet diyar kiriye ku di vê çalakiyê de 3 gerîlayên me şehîd bûne, ev nûçe derewin ti rastiya wan nîne. Di vê çalakiyan de ti windahiyên me çênebûne.
Hêzên me, 16’ê Îlonê saet derdorî 09:00’an li dijî leşkerê artêşa Tirk a dagirker li Girê Tataselê yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiya çeperên dijmin hate lêxistin de,têkildarî kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatiye bi destxistin.
Artêşa Tirk piştî çalakiyê Girê Koordîne bi obus û hewanan bombe kiriye.
17’ê Îlonê hêzên me, saet 13:30’an li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Bayê û Sîser ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyên hemwext lidar xistin. Di çalakiyê de kon, konteynir û çeperên li her du giran ji 2 baskan ve bi awayekî xurt lêxistin. Di vê çalakiyê de têkildarî hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Piştî çalakiyê û şûnde artêşa Tirk a dagirker bi obus, hewan û topan qad bombe kirin.
3. Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Nûdem de, 17’ê Îlonê saet 13:15’an li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Girê Şerefiye yê li Çiyayê Gabar a Şirnexê kirin hedef. Di çalakiya leşkerên artêşa Tirk hate lêxistin de, têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus, hewan û topan bombe kirine.
18'ê İlonê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê