HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 1’ê Çileyê de li herêmên Herbol, Bêsbîn û Kirya Reş a girêdayî navçeya Silopiyayê Şirnexê, tevgera helîkopterên Kobra û Skorsky ên artêşa Tirk a dagirker rû daye û ji bo tabura Silopiyayê jî sewqiyatên leşkerî (bi taybet Tank) pêk hatine.

2. Di 2’ê Çileyê de saet di navbera 12.00 û 13.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker hatine jiyîn, û di navbera 13.00 û 16.00’an de xebatên keşfê pêk hatine.

3 Çile 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG