ji çapmenî û raya giştî re!
1. Di 29’ê Îlonê di navbera saet 13.00 û 17.00’an û dîsa Qereqola Bilican a li ser xeta sînorê Çelê ya Colemêrgê ku di bin kontrola artêş a Tirk a dagirker de ye li hemberî herêmên Garê Mezin û Deva Mezin ên li ser heman xeta sînorin bi obûs û hewanan topbaran pêk anî.
2. Di 29’ê Îlonê piştî nîvro artêşa Tirk a dagirker li ser herêma “Şehîd Hesen” a Erziromê gera balafirên bêmirov yên keşfê da destpêkirin heya 30’ê Îlonê saet 10.00’an dewam kir. Dîsa 29’ê Îlonê saet 21.00 û 30’ê Îlonê saet 01.00’an balafirên bêmirov di ser herêma Zap a girêdayî Herêmên me yên Parastina Medya re keşif pêk anîne.
3. Di 29’ê Îlonê sibehê saet 5.30’an de hêzên YBŞ’ê li gundê Barê 5 çete kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Egîd ê li gundê Barê şehîd ket hat lidarxistin. Dîsa di 27’ê Îlonê mayîna aîdî çeteyên DAIŞ ku di navbera gundê Barê û Cesîlyê de danîbûn, teqiya şervanê YBŞ’ê yê bi navê Egîd Hecî Şehîd ketiye.
30 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG