HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di 29’ê Îlonê de hêzên me yên Gerîla û Hêzên Pêşmergeyan li hember çeperên DAIŞ ên li gundê Saad, Xalit û Vahde yên girêdayî Daqûq û Dûzxurmato operasyonek dane destpêkirin, Di vê operasyonê de darbeyên giran li çeteyan hatine xistin û gelek çete hatine kuştin. Ev operasyona hevpar hê didome. Di van pevçunan hatine jiyîn Gerîlayê me bi qehremanî şerkir û tevlê karwanê şehîdan buye. Dema agahiyên operasyonê ketin destê me emê ji gelê xwe û raya giştî re aşkare bikin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd weha ye:

Nasnav: Mervan Gezgor
Nav û Paşnav: Müslüm Kaçım
Cihê ji dayikbunê: Riha
Navê Dê û Bav: Xetîce - Mîkaîl
Cîh û Dîroka Şahadetê: 29 Îlon 2014/Başurê Kurdistanê/Kerkûk

Mervan - Muslum Kaçim
30 Îlon 2014
Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG