Ji çapemenî û rayagiştî re!
1. Di 17’ê gulanê de saet di 13:00’an de Artêşa TC’ê li hember bejahiya gundê Onaxa Tetwana Bedlîsê operasyonek li dar xistiye û di vê operasyonê de, di nava hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şerek qewimiye û di vî şerî de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û hevalek me jî gihîştiye şehadetê. Der barê hevalê/a şehîd de piştî agahî zelal bûn, em ê gelê xwe agahdar bikin.
2. Di 18’ê gulanê de saet di navbera 17:00-18:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Gewriya Ertîşê ku girêdayî Zagrosê ye, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
3. Di rojên 17 û 18’ê gulanê de saet di navbera 11:00-12:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şehîd Zekî, Şehîd Neval û girên çeko ku girêdayî Zapê ne, êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
4. Di 17’ê gulanê de saet di navbera 13:00-15:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember gundên Bêdevê û Erdevê ku girêdayî Zagrosê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
19 Gulan 2010
Navenda Ragihandin-Çapemeniyê ya HPG’ê