HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 1'ê Tîrmehê de li navçeya Şaxa Wanê sercerdewanê Gundê Tengê Îsmaîl Can û hevjîna wî ya cerdewan Zumeyra Can ji ber hevkariya bi dijmin re dikin û teşwîkê cerdewaniyê dikin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê hatine binçavkirin. Lêpirsînên cerdewanên binçvakirî hîn jî berdewam dike.

2. Di 1'ê Tîrmehê de di saet 24.00'an de li nêzî Amîrtiya Trafîka Herêmî ya Îdirê di navbera gerîlayê me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Herweha operasyona piştî pevçûnê li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.

3. Di 1'ê Tîrmehê de li navçeya Bazîda Agiriyê du dezgehên radarê yên li herêma Turkmena hatiye bicîhkirin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.

4. Ev demeke li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî herêmên Miştûnê, Akbaba û Deşta Çobanê û li Îdîrê li dijî Gundê Gevro, Girê Stûla û Şikefta Cangîrê ji aliyê artêşa dagirker a a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên vedan.

5. Di 2'ê Tîrmehê de di saet 18.30'an de li navçeya Hezoya Amedê li nêzî Fermandariya Cendermeyan di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

6. Di 2'ê Tîrmehê de di saet 11.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî leşkerên dijmin ên li neqeba Zêtê di avakirina qereqolê de dixebitin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

7. Di 2'ê Tîrmehê de di saet 12.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Mêrgeh, Govendê û Girê Xwedê yên bi ser Zagrosane ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

8. Di 30'ê Hezîranê de di saet 21.15'an de li navçeya Qelqeliya Wanê li dijî lojman û nîzamiya Qişleya Mustafa Muglali (Erhan Dorukhan) ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, yek jê bînbaşiyek du leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bêser û ber gulebaran dike herweha li dijî herêmê jî operasyonekê dide destpêkirin Operasyona li herêmê di 1'ê Tîrmehê danê êvarî bêencam paş de vekişiyaye.

9. Di 30'ê Hezîranê de di navbera saet 20.00-21.00'an de li navçeya Qilabana Colemergê 2 helîkopterên kobrayan û helîkoptereke skorskyan ê dixwestin ji Girê Çetan û Girê Şehîd Kendal sînor derbas bikin rastî berxwedana gerîlayên me hatine û naçar mane paş de vekişin.

10. Ji 30'ê Hezîranê saet 21.00'an heta 1'ê Tîrmehê saet 09.30'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Deriyê Dawetiya, Geliyê Kuranişê û Gundê Heftenînê yên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

11. Di 3'ê Tîrmehê de (îroj) danê beyanî di navbera Dersim û navçeya wê Pulurê li dijî Geliyê Mûnzûran ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

3 Tîrmeh 2012

Navanda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê