Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Tîrmehê di navbera saet 06.00-18.00'an de li ser riya Dersim-Pulurê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn, nasname hatine kontrolkirin . Piştî çalakiyê heta 2'ê Hezîranê saet 09.00'an li dijî herêmê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Herweha operasyona li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî bi rengê kemîn û keşfa ji aliyê yekîneyên veşartî tê kirin berdewam dike.
2. Di 30'ê Hezîranê de li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî Dêra Sor û Geliyê Penîşê yên bi ser Çemçêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi bi rengê kemîn û keşfa ji aliyê yekîneyên veşartî tê kirin berdewam dike.
2 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê