HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3'ê Tîrmehê de di saet 17.15'an de li navçeya Seraya Wanê li dijî wesatyiteke akrep ên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 3 polîs hatiye kuştin, 3 polîs jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê operasyona li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.

2. Di 3'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li Beyşebaba Şirnexê du kemyonê ji qereqola Mezrayê bar dikişîne, ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin. Herweha ajokerên bi navê Şehabettîn Çîçek û Nadîr Cîn jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Piştî çalakiyê dijmin bi piştgiriya helîkopterên kobrayan xwestiye li herêmê daxînin, li beramberî bersivdayina gerîlayên me helîkopter naçar mane paş de vekişin.

3. Di 3'ê Tîrmehê de di saet 09.00'an de li navçeya Şaxa Wanê 2 ajokerên ji qereqola Ezdînanê re bar dikişandin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.

4. Di 3'ê Tîrmehê de li navçeya Xozata Dersimê li dijî herêmên Axdere, Koru, Dagmezra û Sarisaltik ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.

5. Di 2'ê Tîrmehê de di saet 02.30'an de li navçeya Pulura Dersimê li erêma Vengê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de du gerîlayên me gihîştiye şahadetê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve nehatiye zelalkirin.

 

Nasnav: Jêhat Cudi
Nav û Paşnav: Mustafa Ozdemir
Nav ê dayik û bav: Muzeyyen - Ramazan
Cihê jidayikbûnê: Mereş
Sala tevlêbûnê: 2011
Dîrok û cihê şahadetê: 2 Tîrmeh 2012 / Pulur, Dersim

 

Nasnav: Rizgar Amed
Nav û paşnav: Nadir Tunç
Nav ê dayik û bav: Qiymet - Mehmet
Cihê jidayikbûnê: Amed
Sala tevlêbûnê: 2011
Dîrok û cihê şahadetê: 2 Tîrmeh 2012 / Pulur, Dersim

4 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê