HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 4''ê Tîrmehê de di saet 13.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li ser xeta sînor li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên ber bi sînorên Herêmên Parastinê yên Medyayê ve dihatin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hate kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi 3 skorskyan û wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye.

2. Ji 4'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an heta 5'ê Tîrmehê saet 08.00'an li Herêmên Parastinê yên Medya di nav sînorên Zaxoyê li dijî herêmên Gundê Heftenînê, Warê Kemal, Dola Bêtalma û Kato Sûlêyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 4'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-15.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nav sînorê Zaxoyê li dijî Gundên Alaniş, Girê Heliz û herêma Zawîtê yên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 27'ê Hezîranê de li navçeya Melazgira Mûşê li nêzî Gundê Zikreş di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirkker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 rêhevalên me gihîştiye şahadetê. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Nasnav: Keskîn Suruç
Nav û paşnav: Şukru Sezer
Navê dayik û bav: Fatma - Sezer
Cihê jidayikbûnê: Riha
Sala tevlêbûnê: 2001
Dîrok û cihê şahadetê: 27 Hezîran 2012 / Melazgir, Mûş

Nasnav: Mazlum Agirî
Nav û paşnav: Abdulhakim Kaya
Navê dayik û bav: Kadriye - Ahmet
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Sala tevlêbûnê: 2011
Dîrok û cihê şahadetê: 27 Hezîran 2012 / Melazgir, Mûş

5 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê