Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê tîrmehê de saet li derdora 18.30’an de li Sêrt Perwariyê, di navbera qereqola Xerxol û girê ku ewlekariya wê digire maşîneke leşkerî ji hêla gerîlayên me yên YJA-STAR’ê ve hedef hatiye girtin. Di dema çalakiya gerîlayên me de leşkerên ku ewlekariya qereqolê digirin bersiv dane gerîlayên me û li ser vê gerîlayên me kozikê dijmin hedef girtine. Di vê çalakiyê de mirî û birîndarên dijmin çêbûne, bes ji hêla me ve nehatiye zelalkirinê.
Piştî çalakiyê dijmin bi çekên giran û bi firokeyên kobra li qadê daye.
2. Di 11’ê tîrmehê de saet di navbera 15.00-18.30’an de li Qadên Parastina Medya li dijî qadên Şeşdara, Mêrgeşîşê, Kanîsêvê, Geliyê Alanîş Vadisi û Alanîş, Ava Gûzê û girê Lawikê Xerîb ku girêdayî Heftanînê ne, ji hêla Artêşa TC’ê ve êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin û di encama vê êrîşê de şewateke ku hê jî didome derketiye.
3. Di 10’ê tîrmehê de saet li derdora 12.00’an de li Wan Şaxê girê gundê Xumarê dema ku yekîneyeke JÎTEM’ê bi armanca keşfê dertê erazî ji hêla hêzên gerîlayên me ve hatine lêdan û di encama çalakiya ku gerîlayên me li dar xistine de 4 endamên JÎTEM’ê hatine kuştin.
4. Di 10’ê tîrmehê de li Sêrt Dihê gundê Çiyayê Cina, Çiyayê Lodê û girê Pîvaz ku girêdayî Mişarê ne, Artêşa TC’ê operasyonek li dar xistiye û di 11’ê tîrmehê de ji neçarî bi paş ve vekişiyaye.
5. Di 10’ê tîrmehê de bi şev li Colemêrg Çelê kesek bi navê Lokman Ozek ku bi dijmin re têkiliyê de ye û sîxurî dike, ji hêla hêzên gerîlayên me ve li dijî stasyona vî kesî çalakiyeke sabotajî hatiye lidarxistin. Di çalakiyê zirareke madî mezin pêk hatiye.
6. Di 8’ê tîrmehê de li Mûş Gimgimê hêzên gerîlayên me dest dane ser maşîna xebatkarek AKP’ê. Heman rojê jî saet di 20.00’an de hêzên gerîlayên me li dijî Midûriyeta Ewlekariya Gimgimê li dijî polêsan çalakî hatiye li dar xistin, bes ji ber li nêzî polêsan zarok hebûne, çalakî betal bûye. Saet di 20.25’an de duyem car çalakî dubare dibe û li vir polêsek tê kuştin û 3 polês jî birîndar dibin. Piştî çalakiyê polês rastgele derdora xwe gulebaran dikin û li derdora navenda bajêr operasyon tê destpêkirinê.
12 Tîrmeh2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG