HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Di 15’ê Tîrmehê de saet di navbera 19.00-20.00’ande li dijî Gundê Talanê û herêma Matê ku girêdayî navçeya Colemerg Şemzînanê ye ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

2. Di 15’ê Tîrmehê saet li derdora 16.00’ande li dijî qereqola Dîm’ê ku girêdayî navçeya Wanê Payizava ye ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama teqemenîyeke li girê qereqolê pêk hat de yên hatiye zelal kirin 2 leşkerên dijmin hatiye kuştin û herweha gelek leşker jî birîndar bûne.

3. Di 15’ê Tîrmehê de saet li derdora 12.00’ande li ser riya ku ji herêma Okçiyan ya girêdayî navçeya Elezîz Depê ye ji hêla gerîla yê me çalakiyeke sabotajê hatiye li darxistin. Di encama çalakiya ku dema maşîneke dijmin derbas dibû hate lidarxistin de, maşîn bi giştîn tune bû 8 leşkerên ku di maşînê de bûn hatiye kuştin. Piştî çalakiya ku hate li darxistin rê 2 saetan ji çûyin û hatinê re hatiye qedexe kirin û ji hêla artêşa TC bi piştgiriya firokeyên kobra, panzêr û maşînên bi zirx operasyonek hatiye destpê kirin. Operasyona herêmên Okçiyan, Heyran û Depê digre nava xwe hîn jî berdewam dike. Ev çalakiya ji hêla gerîla yê me hatiye lidarxistin bi armanca tolhildana hevalê me yên li Dersimê di dema dawî de şehît ketiye hatiye lidarxistin.

4. Di 14’ê Tîrmehê de beyanî li derdora saet 07.30’ande li navenda navçeya Colemerg Geverê ji hêla gerîla yê me çalakiyeke suîqastê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de çawuşeki pispor yê endamê artêşa TC bû ji hêla gerîla yê me hatiye kuştin. Gerîla yê me yên ev çalakî lidarxistine bi awayekî  berk(saxlem) vegeriyane baregehên xwe.
5. Ji 14’ê Tîrmehê û virve li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Avaşîn, Bêdevê, Satê, Hertîs, Gundên Berî, Kiyê û Mambenî ji hêla artêşa TC êrîşên havan û obusan tê lidarxistin. Êrîşên bê navber tê lidarxistin hîn jî berdewam dike.

6. Di 13’ê Tîrmehê de di saetên êvarî de li dijî bejahiya navçeya Dersim Mazgirtê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye destpê kirin. Bi awayê yekîne yên veşartî xebatên kemîn û keşfê dimeşînin hîn jî operasyon berdewam dike.

16 Tîrmeh 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG