HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 13'ê Tîrmehê de di saet 22.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê di navbera leşkerên artêşa dagtirker a tirk ên di navbera qereqolên Marûka û Êrîş de derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 4 leşker hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Di vê pevçûnê de herweha wesayiteke leşkerî jî hatiye rûxandin.

2. Di 13'ê Tîrmehê de di saet 23.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê şîrketeke di navbera qereqolên Katûna û Helena de riyên bi armanca leşkerî çê dikin li dijî vê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 kemyon, greyderek û dozerek bi şewitandinê hatiye rûxandin.

3. Di 14'ê Tîrmehê de di saet 14.30'an de li navenda Wanê li dijî herêma perwerdeya polîsên tevgera taybet a li taxa Yunîplîkê ye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita 20 polîs barkirî hatiye rûxandin herweha hejmara kuştî û birîndarê polîsan ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

4. Di 14'ê Tîrmehê de di saet 06.00'an û di navbera saet 11.30-13.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Geliyê Sinaht, Gundê Dêreşîş û Kato Sûlê yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin

15 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê