Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10'ê Tîrmehê de di saet 05.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî Qereqola Bezelê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê heman rojê piştî nîvro paş de vekişiyaye.
2. Di 11'ê Tîrmehê de di saet 20.00'an de keseke di encama komployekê de di 3'ê Gulana 2012'an de di şehadeta rêhevalê me Beşîr - Orûç Ay de cîh girtiye û bi emniyetê re di nava hevkariyê de ye di navbera gundê Umûrlû û navçeya Goksunê keseke dema hevalên me xwestiye ji bo lêpirsînê wî binçav bikin, dema xwestiye bireve hatiye lêdan û birîndar bûye.
3. Di 12'ê Tîrmehê de di saet 09.00'an de li herêma Ûmûtlûya Mereşê li dijî karwaneke artêşa dagirker a tirk ên derdikevin operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndara jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer li gel ÎHA'yan firiyane.
4. Di 12'ê Tîrmehê de di saet 18.50'an de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li nêzî Girê Gonê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi transîtan bi piştgiriya helîkoptera skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
5. Di 13'ê Tîrmehê de di navbera saet 22.30-23.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li Geliyê Bêmbo û Bêgoza li dijî şantiyeya bendavê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek serdegirtinê hate lidarxistin. Tevî hemû hişyariyên ji bo Zekî Ozen, li ser sînor xebatên avakirina bi armanca ewlekariyê yên bendav û qereqolan berdewam kirî de 8 tir, 2 dozer, 1 sîlîndîr, 2 greyder, 1 transît 2 pîqap bi giştî 47 wesayitên kar bi şewitandinê hatiye rûxandin. 2 bêtêlên motorola hatiye desteserkirin, 3 kompîter û 50 telefon hatiye tunekirin.
6. Di 13'ê Tîrmehê de di saet 14.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzê tabûra Garê di navbera gerîlayên me yê YJAStarê û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin.
7. Di 13'ê Tîrmehê de di saet 23.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê di navbera Qereqola Mawa û herêma Bêgitmê dozerek di xebata çêkirina riyên leşkerî de kar dike ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin.
8. Di 13'ê Tîrmehê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê operasyona li Kato Jîrkayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike.
9. Di 14'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Îskenderûna Hatayê li nêzî Gundê Akarca yê bi ser Bajaroka Sarisekiyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de li gor destnîşanên destpêkê 2 leşker hatiye kuştin, hejmara birîndaran jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
14 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê