Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 4'ê Tîrmehê saet di 16:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi sabotajê li dagirkeran ahte xistin.
— 4'ê Tîrmehê saet di 21:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 4'ê Tîrmehê saet di navbera 09:00-15:00 de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran 8 caran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de derb li kepçeyekê û wesayiteke zirxî hate xistin:
— 4'ê Tîrmehê saet di 12:50, 13:50 û 18:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.
— 4'ê Tîrmehê saet di 22:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 4'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin ku ber bi gundê Sêgirê ve diçûn. Die ncamê de dagirkerek hate cezakirin.
— 4'ê Tîrmehê saet di 22:20'î de hêzên me dest li helîkopteran werdan ku hewl dida hêzên xwe li Girê Bahar dînin.
2. Li Herêma Xakurkê;
— 4'ê Tîrmehê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şekîfê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin.
3. Li Herêma Metînayê;
— 27'ê Hezîranê bax û baxçeyên gundên Dergelê, Bazê û Mîskayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. Şewata ku ji ber vê bombardûmanê rû da bax, baxçe û malên li gundê Dergelê şewitîn. Artêşa Tirk a dagirker ku bi wesayitên zirxî kete nava gundên Dergelê, Bazê û Mîskayê, bi vî rengî hewl dide gund bişewitîne, gundiyan koçber bike û gundan vala bike.
— 4'ê Tîrmehê saet di 06:50'î de li dijî dagirkerên ku ber bi gundê Mîskayê ve diçûn bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin. Di encamê de 3 dagirker birîndar bûn.
4. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 4'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 7 caran bi gazên kîmyewî, 8 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 3 û 4'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê qadên Kendekola û Berbizinê 2 caran, li herêma Garê qadên Girê Zengilê û Çemrobotkî 2 caran, li herêma Metînayê qada Dergelê 2 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qada berxwedanê ya Girê Bahar 24 caran; bi giştî 30 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 4 û 5'ê Tîrmehê herêma Xakurkê û herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
5ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê