Çapemenî û Raya Giştî Re!
Ji bo bîranîna fermandara me ya fedayî ya Apoyî Axîn Mûş ku Endama Konseya Fermandariya HPG û YJA Starê ye û fermandariya Tabûra Nemiran û Eyaleta Amedê kiriye, Yekîneya Şehîd Axîn Mûş hate avakirin.
Yekîneya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî 4 çalakiyên cuda lidar xistin.
Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş 4’ê Tîrmeha 2024’an dagirkerên ku xwestin li qada Sergelê bi cih bibin kir hedef, 2 caran dagirkerên ku li hev kom bûne, carekê wesayîta zirxî ya tîpa Kîrpî û carekê jî cepxaneya ayîdê dagirkeran ji hewayî ve lêxist. Di 4 çalakiyên hewayî yên ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş ve hatîn lidarxistin de, bi giştî; 5 dagirker hatin cezakirin, wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cepxaneya ayîdê dagirkeran hatin îmhakirin.
5ê Tîrmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê