Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Çalakî û berxwedana dîrokî ya hêzên me bi şêwazê yekîneyên gerîlla yên bi tevger û çeperên şer didome.
Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî çalakiyên hêzên me nekarî encam bigire, dîsa bi xayînane bi awayekî dijwar çekên kîmyewî bikar tîne. Bi taybetî li Qadên Berxwedanê yên Werxelê û Kurojahro çekên kîmyewî bikar tîne. Li aliyê din di çalakiyên hêzên me de 7 dagirker hatin cezakirin û 1 dagirker jî birîndar bû.
Agahiyên çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;
1. Li Herêma Avaşîn;
– Di 4 ê Gulanê saet 08:30 an de dagirkerên ku li derdora Qadên Berxwedanê ya Werxelê bicîhbûne ji aliyê hêzên YJA Star ve bi çeka sekvaniyê hatin hedef girtin. Di encama çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
– Di 4 ê Gulanê de dema dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrîşî Qadên Berxwedanê ya Werxelê bikin ketin bin kontrola gerilayên me. Ev dagirker di saet 13:00 an de bi taktîka sabotajê hatin hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
– Di 4’ê Gulanê saet 15:00 û 15:20’an de dagirkerên ku li derdora Qadên Berxwedanê ya Werxelê bicîhbûne, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyan de 1 dagirkerekî çeka A-4 bikar dianî bi taktîka sekvaniyê hate cezakirin.
– 4 ê Gulanê di navbera saetên 13:00 – 21:25 an de Qadên Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê artêşa dagirker ve bi helîkopterên êrîşê, teqemenî û çekên kîmyewî hate bombebarandin.
2. Li Herêma Zapê;
– Di 4 ê Gulanê saet 17:10 an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer yên Girê Şehîd Harûn ya giredayî Qadên Berxwedanê yên Kurojahro bicîhbûne ji aliye hêzên YJA Star ve bi taktîka sekvaniyê hate hedef girtin. Di encama çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
– Di 4 ê Gulanê saet 11:10 an de dema dagirkeran xwestin ji Girê Şehîd Sorxwîn ya girêdayî Qadên Berxwedanê yê Çiyareş ber bi Girê Şehîd Kurtay ve biçin ji aliye hêzên me ve bi taktîka sekvaniyê ji 3 milan ve hatin hedef girtin. Di encama çalakiyên hatin kirin de 2 dagirker hatin cezakirin, 1 dagirker jî hate birîndar kirin.
– 3 û 4 Gulanê çeperên şer yên li Qadên Berxwedanê yên Kurojahro û Şehîd Şahîn ji aliyê artêşa Tirk ve bi awayekî dijwar bi teqemenî û çekên kîmyewî hatin bombebarandin.
3. Di 4 ê Gulanê herêma Karker a girêdayî Zapê bi balafirên şer 2 caran hatin bombebarandin. Heman rojê herêma Çemço bi obusên ji qereqolê ser sînor ve tên avêtin ve hate bombebarandin.
– Di 4 ê Gulanê saet 01:00 an de herêma Zengil ya girêdayî Garê bi balafirên şer hate bombebarandin.
– 4 ê Gulanê di navbera saetên 21:00 – 03:00 an de herêmên Girê Cudî û Girê FM yên girêdayî Zapê bi balafirên şer 6 caran hatin bombebarandin. Heman rojê di navbera saetên19:00 – 19:30 an de herêma Girê Hekari ya girêdayî Metîna bi obusên ji qereqolê ser sînor ve tên avêtin ve hate bombebarandin.
– 4 ê Gulanê di navbera saetên 18:30 – 19:10 an de herêmên Koma Sor û Girê Şehîdan yên girêdayî Xakurkê bi balafirên şer 3 caran hatin bombebarandin.
5 ê Gulan a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê