HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;

30'ê Mijdarê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran bi amûrên hewayî li dagirkeran xistin û derb li 2 çeperan hate xistin.

2. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

28'ê Mijdarê saet di 15:26'an li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

30'ê Mijdarê saet di 15:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

3. Li Herêma Metînayê;

29'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Dergelê droneke bi teqemeniyan barkirî ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.

30'ê Mijdarê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kamerayeke mobesse bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

28, 29 û 30'ê Mijdarê û 1'ê Kanûnê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

28, 29, 30'ê Mijdarê û 1'ê Kanûnê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Girê Qele, Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Zinar, Lolan, Berbizinê, Xinêreya Jor, Kendekola 24 caran, li Herêma Garê qadên Mam Nêçîr, Girê, Deşta Kafya, Spîndarê, Mijê, Deriyê Hirçê, Mêranê 12 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Serê Metîna, Bêşîlî 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê; bi giştî 42 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

28, 29'ê Mijdarê û 1, 2'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Fm, Girê Cûdî 19 caran, li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Kendekolayê 2 caran; bi giştî 21 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

2’ê Kanûna 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê