HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

23’yê Kanûnê di saet 10.05’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin.

24’ê Kanûnê di saet 07.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin.

25’ê Kanûnê di saet 13.00 û 17.30’an de bi çekên ferdî mudaxileyî dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve biçin, hate kirin. Piştî vê çalakiyê liv û tevgera dagirkeran sekinî.

25’ê Kanûnê di saet 16.15’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derbe li çeperekî hate xistin.

26’ê Kanûnê di saet 01.30’an de bi taktîka sekvaniyê li kamereyeke mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin.

26’ê Kanûnê di saet 10.55, 11.05 û 11.10’an de 4 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

28’ê Kanûnê di saet 10.50 û 11.00’an de 2 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

28’ê Kanûnê di saet 12.15’an de bi taktîka sabotajê li dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve ber bi pêş biçin, hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

2. Li Herêma Metînayê;

26’ê Kanûnê di saet 13.40’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ketin nava liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk lê hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

26’ê Kanûnê di saet 14.10’an de hêzên me mudaxileyî helîkopterên êrîşê yên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kirin. Piştî mudaxileya hêzên me yên YJA Starê, helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

25, 26 û 28’ê Kanûnê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

28’ê Kanûnê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

28’ê Kanûnê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, carekê bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.

26’ê Kanûnê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metînayê 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

24-28’ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Lolan, Qele û Girê Şehîd Hawar ên herêma Xakurkê 10 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 caran, qadên Sêdarê, Girê Zengil, Deşta Kafya, Yekmalê û Girê Kun ên herêma Garê 14 caran; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

25’ê Kanûnê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

29’ê Kanûna 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê