Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 27'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 40 kg teqemeniyên dagirkeran hatin îmhakirin.
— 31'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
2. Li Herêma Metînayê;
— 1'ê Çileyê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, ku hewl didan çeperê ava bikin. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
3. Li Herêma Xakurkê;
— 30'ê Kanûnê komek ji dagirkeran hewl da ji geliyê Berbizinê ber bi tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi pêş ve biçe. Dagirkeran saet di 11:40'î de bi teqemeniyên qedexekirî 2 caran bombe li tunelên me yên şer barandin. Saet di 13:30'î de hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 29, 31'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 29'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 29, 31'ê Kanûnê û 1'ê Çileyê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 24 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— Di navbera 29'ê Kanûnê-2'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Şerîf, Berbibizinê, Xinêreya Jor 6 caran, li herêma Garê qadên Dêreşê, Mijê, Girê Reşîd, Girê Zengil, Deşta Kafya, Hefttebax, Zêvkê 16 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê; bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 30 û 31'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 14 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
2’ê Çileya 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê