HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

4'ê Mijdarê saet di 21:15'an li herêma Zapê, hêzên me li helîkopterên êrişê xistin ku dixwestin bombeyan li qada Tîpa T bibarînin.

Di encama vê çalakiyê de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

2. 3'yê Mijdarê saet di navbera 15:00-16:00 de li herêma Zapê, qada Şehîd Cûdî û sibeha 4'ê Mijdarê jî qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û hawanan hatin bombekirin.

4'ê Mijdarê li herêma Zapê, qadên Girê Şehîd Sîmko û Karker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

4'ê Mijdarê saet di 06:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran bombe li qada Werxelê ya Avaşînê barand. Di şeva heman rojê de helîkopter li ser qadên Tabûra Ereban, Banîsta û Mervanosê geriyan.

4'ê Mijdarê saet di navbera 10:30-11:30'î de qadên Girê Şehîd Şerîf û Sinînê yên Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

5’ê Mijdara 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê