HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

5'ê Kanûnê saet di 14:20'î li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zapê, hêzên me ji 2 baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xistin.

Baskê destpêkê yê çalakiyê li çeperekê xist ku dagirker tê de bûn. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li kamelyaya dagirkeran xist.

Di encama vê çalakiya serketî ya tîmên me yên gerîla yên profesyonel de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamelyayeke dagirkeran hatin îmhakirin.

2. 3 û 5'ê Kanûnê li herêma Metînayê, artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û qereqolên li ser sînor bi obusan bombe li qada Girê Hakkarî barand.

Di navbera 3 û 7'ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê qadên Girê Cûdî, Girê FM, Gundê Fileha, Sîda, Çemço û Rênçbiraxa bi balafirên şer û bi obusan ji aliyê qereqolên lis er sînor ve hatin bombekirin. Êvara 6'ê Kanûnê jî li qada Kela Bêdewê liv û tevgera helîkopteran hebû.

3 û 5'ê Kanûnê jî li herêma Garê gundên Kanîsarkê, Gûzê û gundê Çemrobotkî yê ser bi Çemankê tevî qada Kafya bi balafirên şer hatin bombekirin. Êvara 5'ê Kanûnê jî gundê Şiyê yê ser bi herêma Dînartê bi balafirên şer hate bombekirin.

7’ê Kanûna 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê