Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 15’ê cotmehê de danê nîvroj saet di navbera 15:00-15:30’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember gundê Kerû ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
2. Di 14’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Findikê ku girêdayî Gabarê ye operasyoneke ku hê jî didome hatiye li dar xistin.
3. Di 14’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember qada Şehrîban ku girêdayî qada Garisaya Bestayê ye operasyoneke hatiye li dar xistin. Operasyon di 15’ê cotmehê de bi piranî bi paş ve vekişiyaye û li qadê ji komên biçûk leşkeran bi armanca keşf û kemînavêtina hiştine.
4. Di 8’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê li hember qadên Mergezerê, Meydan Belekê û Deriyê Cafer ku bi ser Gevera Colemêrgê ve girêdayî operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku bi firokeyên kobra tê destekirinê, di 9’ê cotmehê de bi paş ve vekişiyaye.
16 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê