Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Operasyona artêşa TC’ê ku di 23’yê tebaxê de li qadên Nazmiyê, Pûlûr, Xozad û Pîlemoriya Dersîmê destpêkiribû, bi beşdarkirina bi hezaran leşkerî didome. Di çarçoveya operasyonê de şeva 26’ê tebaxê de li qada Deşt ku girêdayî Nazmiyê ye; li qadên Elîboxazî, Tavûk, gundê Dere, gundê Ulûklû û Mala Xwedê ku girêdayî Pûlûrê ne û li derdora gundê Alacakaya ku li geliyê Pîlemoriyê ye, artêşa TC’ê van qadan daye ber obûs û hawanan. Di encama êrîşan de li hemû qadên ku navên wan hatiye rêzkirinê şewat derketiye.
2. Di 25’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li qada Karker ku girêdayî Xakurkê ye êrîşek bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di encama van êrîşan de li qada gelek zirar pêk hatine û êrîş hê jî didomin.
27 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê