Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 27’ê tebaxê de ji hêla firokeyên şer F-16’an ên artêşa TC’ê ve bi roj saet di navbera 11:00-12:00’an de li qada Kato Marînosê ku girêdayî Colemêrgê ye hatiye bombebarînkirinê.
2. Di 27’ê tebaxê de saet di navbera 10:00-10:30’an de ji hêla artêşa TC’ê li hember qada Hergoşê ku girêdayî Xizxêra Sêrtê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
3. Ji 25’ê tebaxê pê ve ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Xervê û Golê û gundên Derçemê, Xirbeka, Yestî û Mistînê ku girêdayî Nisêbîna Mêrdînê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyon bi kemînavêtina yekîneyên bi tevger ên artêşa TC’ê didome.
4. Di 25’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Çiyayê Bizina ku girêdayî Gabarê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Di encama van êrîşan de li qadê şewateke ku hê jî didome derketiye.
5. Di 22’yê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Kutudere, Zel û Rojdekê ku girêdayî navenda Dersîmê ne operasyoneke ku hê jî didome hatiye destpêkirinê.
28 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê