Ji çapemenî û raya giştîre!
1. Di 13 cotmehê de (îroj) di derdora saet 07.00’ande li dijî gundê Nenikan û li derdora wî ku b ise navenda Dersimê de bi piştgiriya helîkopterên kobra ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Di derbarê operasyona berdewam dike de dema berfirehî ji aliyê me hate zelal kirin wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
2. Di 12’ê cotmehê de li dijî derdora navçeya Mûşê Gimgimê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Di derbarê operasyona berdewam dike de dema berfirehî ji aliyê me hate zelal kirin wê ji raya giştî re were eşkerekirin
3. Di 12’ê îlonê de di saetên êvarî de li Şirnex li dijî gundê Mêrgeh, Beceh, Yekmalê û li xeta sînot ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Di derbarê operasyona berdewam dike de dema berfirehî ji aliyê me hate zelal kirin wê ji raya giştî re were eşkerekirin
4. Di 12’ê cotmehê de di navbera saet 18.00-18.30’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Cîloyê Biçûk, Tepê Hawanê û Keleya Petrot ku bi ser Zapê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
5. Di 12’ê cotmehê de di navbera saet 10.00-12.00’ande li Herêmên Parastina Medya li ser tevahiya herêma Zapê balefirên şer ên Artêşa TC’ê nizm firiyane û tacîz kirine lê bêyî kul i deverekê bidin paşde zîvirîne.
6. Di 11’ê cotmehê de di derdora saet 16.00’ande li navçeya Mûşê Kopê li dijî gundê Rustemgedîk, Bilîcan û Mele Mustefa ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Herweha ji aliyê leşkerên dijmin ên derketine operasyonê li dijî gerîlayê me kemîn tên avêtin.
7. Di 12’ê cotmehê de ji saet 13.00’an heta danê êvarî li Herêmên Parastina Medya li dijî girên Şehîd Berîtan, Koordîne, Karker û Geliyê Telefonê ku bi ser Xakurkêne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
8. Di 9’ê cotmehê de li navçeya Mûşê Kopê li dijî herêma Şehîd Reşîd ku girêdayî Şehît Xebat e ji aliyê helikopterên kobra hatiye bombebarankirin.
13 Cotmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê