HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12’ê cotmehê de (îroh) di navbera saet 05.00-09.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî girê Xeregol ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

2. Di 9’ê cotmehê de di saet 17’ande li Şirnex li derdora gundê Zêrvê di navbera leşkerên dijmin ên derketibûn operasyonê û gerîlayê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de gerîla yê me yê bi navê Bager-Huseyîn Ûlaş bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Piştî pevçûnê bi piştgiriya helîkopterên kobra operasyon hatiye berfirehkirin. Operasyona di 9’ê cotmehê destpêkiribû di 10’ê cotmehê de paşde zîviriye.

Nasnameya Hevalê me yê şehîd ketiye;

Bager - Huseyin Ulaş

Navê kod: Bager Karakoçan
Nav û paşnav: Huseyîn Ulaş
Dîrok û cîhê jidayikbûnê: 1983 / Stenbol
Dîrok û cîhê tevlêbûnê: 2001 / Hollanda
Navê dayik û bav: Gulbahar / Orhan
Dîrok û cîhê şahadetê: 9Cotmeh 2010 / Şirnex

12 Cotmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê