HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 5’ê îlonê di saetên serê sibê de li navçeya Colemergê Çelê, li dijî Geliyê Helwesis, Kepê Mirişka, Berê Sipî, Belûnê û Talisê ji aliyê Artêşa TC’ê bi daxistinan operasyonek dabû destpêkirin. Operasyon di heman rojê de di navbera saet 13.00-14.00’ande bê encam paşde zîviriye. Dema paşdevekişînê li Herêmen Parastina Medya li dijî Geliyê Şehît Newal û derdora gundê Ertûş ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşên havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

2. Di 5’ê îlonê de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî Gundkê Mele û herêma Katûna ji aliyê Artêaş TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Herweha sewalên gundiyan ên li herêmê ji aliyê Artêşa TC’ê hatiye desteserkirin. Operasyon di 6’ê îlonê (îroj) di derdora saet 03.00’ande bêencam paşde zîviriye.

6 Îlon 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG