Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 5’ê îlonê de (îroj) di saetên serê sibê de li Colemerg li dijî Geliyê Heswesis, Kepê Mirişka, Berê Spî, Belûnê û Talîsê ku bi ser Çele ne ji aliyê Artêşa TC’ê bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Ji aliyê Artêşa TC’ê him li dijî Belûnê û Garê yê Biçûk ku bi ser Çelê ne û li Herêmên Parastina Medya li dijî Kela Ertûş û Gundê Te ku bi ser Zapê ye êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşande şewata li derdora gundê Te destpê kiriye hîn jî berdewam dike.
5 Îlon 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG